Servîsa beşê zayînê

Två kvinnor sitter i gräset och tittar leende på varandra. Det finns träd i omgivningen.

Di kêliyên biçûk û mezin de nêzî te

Dema meriv dibe dêûbav gaveke herî mezin e di jiyanê de. Li servîsa beşê zayînê di hemî demên ducaniyê de dê ji te re xizmet bê dayîn û her wiha di pêvajoya serpereştiyê de detstek tê pêşkeş kirin.

Her wiha di warê navgîna pêşîlêgirtina ducaniyê de jî amojgerî tê dayîn û dikarî xwe mûayene bikî ka nexweşiyên cînsî bi te re hene an na. Li servîsa beşê zayînê tu dikarî nimûneyên pêwîst weke tehlîla şaneyan jî bihêlî.

Serwîsên beşên zayînê evan xizmetan didin:

  • Lênêrîn dema ducaniyê û piştî wê
  • Piştgirî di warê serperiştiyê de
  • Amojgeriya di warê navgînên pêşîlêgirtina ducaniyê de
  • Nimûne girtina şaneyan bi armanca jînekolojîk
  • Derfeta  lênêrîna bi frekvensên ultra û teşhîsa cênînê
  • Lênêrîna ji bo nexweşiyên cinsî yên belav dibin (nexweşiyên cinsî)
  • Agahdarî di derbarî zarokjibergirtinê

Hemî mûayene beleş in.

Li Servîsa beşê zayînê tu yê pêrgî hekîm û nojdaran werî. Her wiha bi saziyê ve girêdayî psîkolog jî hene.

Ducanî yî?

Servîsa beşê zayinê di demeke zû de dixwaze te bibîne.  Armanca vê jî ewe ku him tu û him jî hevjînê te, ku hebe, xizmetê herî baş werbigrin dema zayînê. Servîsa beşê zayinê di dema vê guhêrtina mezin de dixwaze we bi rengekî herî baş amade bike.

Pîrikên me (ebe) di dema ducaniyê de û her wiha bi dû re jî dê li te xwedî derkevin. Pirîk dema pêwîstiya te pê hebe dê li ba hekîm û psîkolog ji te re demê veqetînin. Servîsên me bi hemî klînîkên zayinê re û bi navendên lênêrîna zarokan re di têkîliyê de ne. Ger berî zayînê tirs û fikarên we hebin hûn dikarin piştgiriyeke taybet jî bistînin.

Li servîsan dê di derbarî teşhîsa li ser cênînan de agahdarî bidin ku ev jî pengaveke ku hemî lênêrînên li ser zarokê di malzarokê de dihewîne. Hemî cûre lênêrînên li ser zarokê di zik de bi dilxwazî ne.

Navgînên pêşîlêgirtina avisbûnê

Kîjan navgînê pêşîlêgirtina avisbûnê li te tê girêdayî rewşa tu tê de ye, girêdayî emrê te, rengê jiyana te û girêdayî tenduristiya te ye. Bi hev re emê çareseriya herî guncav ji te re bibînin.

Ezmûnkirina ji bo nexweşiyên cinsî

Ku di derbarî têgerîna nexweşiyan de endîşeyên te hebin an hîn nerehetiyên te hebin dikarî ji bo kilamîdya û nexweşiyên din yên cinsî xwe mûayene bikî li servîsa beşê zayînê.

Nimûna şaneyan jiyanê diparêze!

Li servîsa beşê zayînê dikarî nimûna şaneyan bidî. Ger bi rêkûpêk nimûneyên şaneyan bidî  dê hîngê guhêrînên şaneyan zûbezû bên dîtin û her wiha dê lênêrîna wan bê kirin hê ku veneguhêrine kanserê.

Ku temenê te di navbera 23 û 60 salan de be dê ji bo nimûnewergitinê bi rêkûpêk gazî li te bê kirin. Ger te nimûnedan jibîr kirîbe dikarî bi xwe bi servîsa beşê zayînê re têkîliyê dêynî.  Dikarî dema ji te re hatî veqetandin biguhêrî û her wiha dikarî li servîseke dinê jî  ji xwe re demê veqetînî  bi rêya têkildariya bi me re an bi rêya ezmûna li jêr hatî destnîşankirî. Bi koda ku bi nameya bangewaziya ji te re hatî şandî bikevê.

Ku li hember HPV te derzî  jî li xwe xistî be dîsa jî dema tu bê servîsa me tu yê nimûna şaneyan bidî.

Her wiha pêwîste nimûna şaneyan bidî her bi kê re seksê bikî.

 

Chatta med Liv